Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindeyê diyar kir, ew bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye.
Lindeyê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a der heqê pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê da wiha got, "Mîna Yekîtiya Ewropayê em jî bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye."
Li gorî nûçeya Aftonbladetê, Lindeyê îdia kir ku dibe xeletfêmkirinek hebe û wiha got, "Ew yek rast nîne ku em ê PKKyê wekî rêxistina terorê nesinifînin, heger têgihîştineke wiha çêbûbe, divê ev yek were eşkerekirin. Roja yekşemê em ê digel Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bên cem hev."
Ji aliyekî din va Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto daxuyanî da Aftonbladetê û ragihand ku Fînlandiya dê roja çarşemê serîlêdana endametiya NATOyê bike.AA