Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Mihemed bin Evdirehman Al Sanî li ser mijarên herêmî û navneteyî axivîn.
Li gorî nûçeya QNAya ajansa nûçeyan a Qeterê di navbera Zerîf û Al Sanî de bi rêya vîdeo konferansê dîdarek hat lidarxistin û dîdarê de têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî IRNAya ajansa nûçeyan a Îranê jî di dîdara herdu aliyan de li tenişt mijarên herêmî û navneteyî, rêbazên geşepêdana têkiliyên dualî û mijarên derbarê civîna serdema 7emîn a Komîteya Aboriya Hevpar a di navbera Îran û Qeterê hatin gotûbêjkirin.AA