Wezîrên nû yên Rûsyayê

Putîn kabîneya Serokwezîrê nû Mîhaîl Mîşustîn qebûl kir

Wezîrên nû yên Rûsyayê

Li Rûsyê wezîrên nû diyar bûn. Serokdewlet Putîn kabîneya Serokwezîrê nû Mîhaîl Mîşustîn erê kir.

Serokwezîrê Rûsyê Mîhaîl Mîşustîn lîsteya wezîran pêşkêş kir. Serokdewletê Vîlademîr Putîn jî lîsteya Mîşustîn erê kir.

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, Wezîrê enerjiyê Aleksandr Novak û Wezîrê Karên Navxweyî Vladîmîr Kolokoltsev li ser wezîfeya xwe man.

Putîn bi kabîneya nû re rûnişt, bi wezîran re mijûl bû.

Serokwezîrê nû yê Rûsyê Mîşustîn jî got; ji bo zêdebûna nifûs, xizmetên tendûristiyê û pêşketina ekonomiyê divê her kes bi lez û bez wezîfeya xwe bike.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2020, 09:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE