Xalîçeyên Mescida Heram û Mescida Nebewî hatin guherandin

Ji ber meha remezanê xaliçeyên nû li Mescida Heram û Mescida Nebewî hatin raxistin

Xalîçeyên Mescida Heram û Mescida Nebewî hatin guherandin

Xalîçeyên Mescida Heram û Mescida Nebewî yên li Erebistana Siûdî ji ber meha remezanê hatin guherandin, xalîçeyên nû li mescîdan hatin raxistin.

Li gor nûçeya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Karên Giştî ya Mescida Heram û Mescida Nebewî ji ber meha remezanê hemû xalîçeyên herdu mescidan hatin guherandin.

Di nûçeyê da hat gotin di Mescida Heram da 21 hezar xalîçe, di Mescida Nebewî da jî 3 hezar xalîçe hatin guherandin.

Hat gotin ji bo ku di herdu mescidan da zêdetir însan nimêj bikin cihek zêde hat veqetandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE