Xan Şêxûn bi alîkariya Tirkiyeyê va birînên xwe dipêçe

Li bajarokê Xan Şêxûnê ku par di êrîşa çeka kîmyayî ya rejima Esed da gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî ji neçariyê bûn koçber, gel bi alîkariya Tirkiyeyê va birînên xwe dipêçe

Xan Şêxûn bi alîkariya Tirkiyeyê va birînên xwe dipêçe

Li bajarokê Xan Şêxûnê ku dikeve çoltera parêzgeha Îdliba Sûriyeyê û par di êrîşa çeka kîmyayî ya rejima Beşar Esed da herî kêm 100 sivîl lê hatin kuştin, gel bi alîkariya Tirkiyeyê va birînên xwe dipêçe û hewl dide ku vegerin jiyana xwe ya asayî.

Li Xan Şêxûna ku qedera 120 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, jiyan êdî hêdî hêdî vedigere ser rengê xwe yê asayî û wer dixuyê, gelê ku ji ber êrîşa çeka kîmyayî bû koçber jî êdî vegeriyaye bajarokê xwe û bi asanî li ser kuçeyên bajarok diçin tên û esnaf jî dikanên xwe vekirine.

Heyva Sor a Tirk jî bi her cure alîkariya mirovî va alîkariyê dide xelkê bajarokê Xan Şêxûnê da ku jiyan li vê derê asayî bibe.

Fatma El Mistefa ku li dibistana ku bi destê Heyva Sor a Tirk li bajarok hat vekirin, mamostetiya xwebexş dike, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku bi xêra alîkariya Tirkiyeyê va zarok perwerdeya xwe didomînin.

El Mistefayê diyar kir ku piştî êrîşa çeka kîmyayî gelek însan ji bajarok derketin û herwiha kesên ku bûn koçber nû vedigerin malên xwe û wiha dewam kir, "Piştî êrîşa kîmyayî gelek kes bû koçber, ji ber koçê jî xwendekarên me kêm bûn. Dibistan vekirî bûn lêbelê xwendekar tunebûn ku bên dibistanê. Şikir êdî xelkê Xan Şêxûnê hêdî hêdî vedigere. Dema ew vedigerin, xwendekarên me jî tên dibistanê. Em li pêşdibistana xwe ya ku bi alîkariya Tirkiyeyê vebû, perwerdeya xwe didomînin."

Fadî Sermanî ku li terzîxaneya ku bi alîkariya Heyva Sor a Tirk hatiye vekirin dişixule jî diyar kir ku berê li vê derê jiyan pir dijwar bû, lêbelê êdî hêdî hêdî însan birînên xwe dipêçin.

Sermanî diyar kir ku bi xêra Heyva Sor a Tirk ew bû xwedî kar û ew debara malbata xwe dike û wiha dewam kir, "Em betal bûn, niha êdî jiyana me xweş dibe. Ez dixebitim û li malbata xwe dinihêrim."

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 14:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE