Li Afrînê û herêma Şaxa Zeytûnê tim tim ceyran diçe û tê. Meclisa herêmî ya Afrînê bi şîrketeke li Türkiyeyê re li hev kir ku ji Hatayê xeta ceyranê bê kişandin herêmê.
Xizmetên ji bo xelkê Efrînê û herêma Şaxa Zeytûnê didomin.
Meclisa Herêmî ya Efrînê bi şîrketeke Tirkiyê ji bo avakirina xeta ceyranê peyman îmze kir.
Li gorî peymanê wê li navenda Efrîn û navçeyên Raco, Bilbilê, Mabeta, Şera, Cindirêsê û Şiyê xetên ceyranê bên kişandin.
Cîgirserokê Meclisê Mihammed Şêx Reşîd derbarê projeyê de got wê heya Tîrmehê xebat xilas bibin.
Çav li rê ne piştî 10 salan bi hewl û xîreta Tirkiyê Efrîn dîsa wekî berê ronî bibe.