Xebatkarê baxçeyê heywanan ji ber êrîşa hirçekî mir

Xebatkarê baxçeyê heywanan ji ber êrîşa hirçekî mir

Li Bexdaya paytextê Iraqê xebatkarekî baxçeyê heywanan dema xwarin dida hirçekî rastî êrîşê hat û mir.

Li ser hesabê Facebookê ya baxçeyê heywanan hat daxuyandin Hesen El Hesenê xebatkarê baxçeyê dema xwarin dida hirça ku di hundirê qefesê da rastî êrîşê hat û mir.

Hat gotin Hesen di karê xwe da pispor bû, dema tasa vala li ber hirç kişandiye û xwestiye ya tijî bide ber hirçê êrîş kiriye.

Hat daxuyandin hevalê Hesen hewl daye alîkariya wî bike, lê ew ji ber derbeya giran birîndar bûye û miriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE