Xebatkarên konsolosxaneya Erebistana Siûdî îfadeyan didin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya der heqê kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi da îfadeya hin xebatkarên Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê tê hildan.

Xebatkarên konsolosxaneya Erebistana Siûdî îfadeyan didin

Di çarçoveya lêpirsîna kuştina nivîskarê Washington Postê û rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê hat kuştin da îfadeya hin xebatkarên konsolosxaneyê tê hildan.

Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der heqê Cemal Kaşikçi ku di 2yê cotmehê da çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û jê derneketibû da dewam dike.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya lêpirsînê da 22 xebatkarên Tirk û yên biyanî werin Qesra Edaletê ya Stenbolê li Çaglayanê û wekî "şahid" îfadeyê bidin.

Li dozgeriyê wergirtina îfadeya 5 xebatkarên ku hatin edliyeyê dewam dike.

Hat ragihandin, di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da ne bi tenê dozgerek, lê çend dozger cuda cuda îdafeya van kesan digire.

Hefteya çûyî roja înê 23 xebatkaran wekî şahid îfade dabûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2018, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE