Xebatên ji bo Efrînê

Bi saya xizmetên Türkiyeyê gelek deverên Efrînê bi pêş ketin

Xebatên ji bo Efrînê

Di sê salan de li bajarê Efrînê û navçeyên wê gelek xizmet çêbûn. Yek ji wan navçeyan Şiyê ye. Li wir gelek xebatên girîng tên kirin û niha ev navçeya herî ewle ya bajêr e.

Navçeya Şiyê êdî nola bajarekî ji bajarên Türkiyeyê bûye.

Şiyê niha dera herî ewle ya Efrînê ye.

Sê sal in li wir ne êrîşek qewimiye, ne jî diziyek hatiye kirin.

Welatî bi aramî û ewlehî dijîn.

Sûk û kolanên bajêr ji hêla girûpa Silêman Şahê ve hatine nûjenkirin.

Kolanên navçeyê hemû bi rengekî hatine xemlandin.

Li navçeyê him xwaringeh him qehwexane him jî parka zarokan hatin avakirin.

Ji bilî wê li navçeyê nexwaşxaneyeke mezin jî tê çêkirin.

Welatî bi rehetî kar û xebatên xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE