Xebatên Reutersê yên li Iraqê ji bo 3 mehan hatin sekinandin

Rêveberiya Iraqê biryar da ku xebatên Reutersa Ajansa Xeberan ên li welêt ji bo 3 mehan werin sekinandin.

Xebatên Reutersê yên li Iraqê ji bo 3 mehan hatin sekinandin

Di daxuyaniya Saziya Ragihandin û Çapemeniyê ya Iraqê da hat diyarkirin ku ji ber xebera îdia dike "li welêt bi hezaran kes bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin" biryar dan ku xebatên Reutersê yên li Iraqê ji bo 3 mehan werin sekinandin.

Wekî mayîn hat gotin ku kêmzêde 20 hezar dolar jî ceza li ajansê birîn.

Saziya Iraqê ji ber ku xeber ewlehiya civakî ya Iraqê dixe xetereyê xwest ku rêveberiya Reutersê ji gelê Iraqê lêborînê bixwaze.

Reuters îdia kiribû ku li Iraqê bi hezaran kes bi Kovîd-19ê ketin û meqamên welêt vê agahiyê ji gel vedişêrin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ev îdia derewand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE