Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Mukwege û Muradê

Komîteya Nobelê ya Norwêcê ji ber hewlên wan ên ji bo bidawîkirina tundiya cinsî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya îsal da Denîs Mukwege û Nadîa Muradê.

Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Mukwege û Muradê

Komîteya Nobelê ya Norwêcê ji ber hewlên wan ên ji bo bidawîkirina tundiya cinsî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya îsal da Denîs Mukwege û Nadîa Muradê.

Komîteya Nobelê ya Norwêcê diyar kir ku ji ber xebatên wan yên ji bo bidawîkirina tundiya cinsî Denîs Mukwege û Nadia Muradê layîq Xelata Aştiyê ya Nobelê dîtin.

Hat ragihandin ji ber ku Mukwege û Muradê "ji bo di şer û pevçûnên çekdarî da tundiya cinsî wekî amûr neyên bikaranîn" xebitîn ji ber vê jî xelat dan wan.

- Denîs Mukwege

Denîs Mukwegeyê jînekolog yê ku li Komara Demokratîk a Kongoyê jiyana xwe fedayî alîkariya mexdûrên tundiya cinsî kiriye bi salan e mexdûrên destdirêjiyê tedawî dike.

Tê zanîn ku Mukwege û ekîba wî bi hezaran mexdûrên destdirêjiyê tedawî kirin.

Jînekologê çalakvan ê parêzkarê mafên mirovan di sala 1955an da hat dinyayê. Mukwege li nexweşxaneya Paziyê ya ku li Bukavayê ava kir û jinên di şer da bûne mexdûra destdirêjiyê tedawî dike.

Mukwege hetanî nika xelata mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî tev gelek xelat girtine.

- Nadîa Murad

Nadîa Murada çalakvana Kurd ya Êzdî di sala 2011î da bi destê DEAŞa rêxistina terorê hatibû revandin û 6 birayên wê hatibûn kuştin paşê ji rêxistinê revîbû û çûbû Almanyayê.

Murad di îlona 2016an da wekî Qasida Niyeta Baş a NYyê hat îlankirin, di sala 2017an da Konseya Ewropayê xelata Vaclav Havelê da bû Muradê.

Murad hingî ji rêxistinê revî hetanî nika ji bo sekinandina bazirganiya mirovan têkoşîn da, di dema wezîfeya xwe ya NYyê da jî bi taybetî ji bo qîz û jinên penaber ên mexdûrê bazirganiya mirovan xebitî û xebatên ji bo haypêhebûna li ser mijarê domand.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 17:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE