Xelkê qudsê ji Erdoğan hez dike

Bloombergê derbarê hezkirina Filistîniyan a ji bo Tirkiye û Erdoğan de gotarek weşand

Xelkê qudsê ji Erdoğan hez dike

Di malpera bloombergê de, derbarê hezkirina filistîniyan a ji bo tirkiye û erdoğan de gotarek hat weşandin. di gotarê de bal tê kişandin ku erdoğan girîngiyeke emzin dide qudsê.

Piştî nimêja înê, posterên wî li ba dikin...

Li lokanteyan alaya Tirkiyê darde dikin.

Şêniyên Qudsê ji Tirkiye û ji Erdoğan her ku diçe zêdetir hez dikin.

Li ser malpera Bloombergê, derbarê hezkirina Filistîniyan a ji bo Tirkiye û Serok Recep Tayyip Erdoğan de gotarek hat weşandin.

CANİTİN FERZİGİR û FETVA HUDALİyê diyar kirin ku xelkê Filîstînê, di jiyana xwe ya rojaneyê de jî wê hezkirinê nîşan didin.

Di gotarê de cih dan îfadeyên Filistîniyekî ku dibêje: “Erdogan ji Filistînê hez dike û serokekî qehreman e. Ji bo bibe serokê alema îslamê, em ji wî re diayan dikin.

Di gotarê de nêrînên analîstê Filistînî Jehad Harb'in CİHAT HARB jî hatin nivisîn.

Harb dibêje: “Erdoğan, ji bo Tirkiye li herêmê bibe hêzeke stratejîk çi ji destê wî tê dike.

Di gotarê de bal tê kişandin ku sedema pirsgirêka di navbera İsraîl û Filistînê de statuya Qudsê ye.

Hat nivisîn ku Serok Erdoğan girîngiyeke mezin dide Qudsê.

Her wiha, gotineke Serok Erdoğan jî hat nivisîn ku dibêje: “Werin em Mekke û Medîneyê biparêzin, wek rûmeta xwe em axên pîroz biparêzin, Qudsê biparêzin.”

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 16:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE