Xelkê Sûriyê ji ber zêdebûna dolar aciz e

Esnafên Efrînê dixwazin êdî bi pereyên Tirkiyê danûstandinê bikin.

Xelkê Sûriyê ji ber zêdebûna dolar aciz e

Li tevahiya Sûriyê ji ber zêdebûna dolar xelk aciz e…Jiyan li Sûriyê her ku diçe xirabtir dibe. Her roj dolar zêde dibe û qiymeta pereyê Sûriyê namîne. Gel ne dikare karê xwe bimeşîne ne jî dikare debara xwe bike.

Li Sûriyê jiyan serobino bûye. Piştî ku Emerîkayê li dijî rejîma Esed kirdarî anîn, aborî jî tevlihev bû.

Dolar roj bi roj zêde dibe. Êdî xelk nikare kar û barên xwe bimeşîne.

Dolarek bûye 3 hezar 500 lîreyê Sûriyê.Yanî li ber dolar êdî qiymeta pereyê Sûriyê nema.

Ev der jî Efrîn e...Li kuçe kolanan her roj her tişt biha dibin.

Xelk nikare danûstandinê bike.Esnafên Efrînê dixwazin êdî bi pereyên Tirkiyê danûstandinê bikin.

Li Rojhilata Firatê, li cihên di bin dagirkeriya rêxistina terorî YPG/PKK’ê de jî rewş xirab e.

Kuçe û kolan valan e û êdî xelk nikare jiyana xwe îdare bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE