"Xelkê xwest ku desthilatdarî bikeve destê me"

Serokê Komîteya Siyasî Orgeneral Zeynelabîdîn li Xartûma paytextê Sûdanê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Em ê Omer el-Beşîr bi destê xwe bidarizînin. Em ê wî teslimî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî nekin."

"Xelkê xwest ku desthilatdarî bikeve destê me"

Li Sûdanê Orgeneral Omer Zeynelabîdînê Serokê Komîteya Siyasî ya ji hêla Konseya Berwext a Eskerî va hatibû wezîfedarkirin destnîşan kir ku Serokomarê Ji Text Daxistî Omer el-Beşîr ew ê bidarizînin û teslîmî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî nakin.

Serokê Komîteya Siyasî Orgeneral Zeynelabîdîn li Xartûma paytextê Sûdanê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Em ê Omer el-Beşîr bi destê xwe bidarizînin. Em ê wî teslimî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî nekin."

Der barê îdiayên ku lîderên partiya desthilatdariyê girtî ne da jî Zeynelabîdîn wiha axivî: "Omer el-Beşîr ê Serokomarê ji text daxistî di bin çavdêriya me da ye."

Di berdewamiya axaftina xwe da Zeynelabîdîn diyar kir ku wan dît pêşeroj xitimiye, rejim jî li hemberî vê bêdeng maye û piştî wê yekê jî biryar dan ku guherînekê bikin.

Zeynelabîdîn nêrîn û geşedanên civaka navneteweyî ya li hemberî tevgera Konseya Berwext a Eskerî jî nirxand û got: "Bertekên ji derva erênî ne. Hemû kesên sembola rejima Omer el-Beşîr hatine derdestkirin."

Serokê Komîteya Siyasî Orgeneral Zeynelabîdîn ragihand ku ew ê desthilatdariyê dewrî hikûmeta ku wê bê hilbijartin bikin û wiha pê da çû: "Derdê me yê sereke ew e ku li welêt bila îstiqrar û ewlehî hebe. Derdekî me yê ku bila desthilatdarî di destê me da be tuneye. Em ê ji bona rakirina mueyîdeyên Amerîkayê bixebitin."

Zeynelabîdîn destnîşan kir ku li Sûdanê komîteya siyasî ya ku bi destê Konseya Berwext ya Eskerî hatiye wezîfedarkirin wê bi partiyên siyasî ra bicive û axaftina xwe wiha domand: "Xelkê xwest ku desthilatdarî bikeve destê me. Me neda pey desthilatdariyê û em perçeyekî partiya Beşir nînin. Pêvajoya berwext ya ji bo 2 salan bi taybetî seba hevdîtina bi hêzên siyasî ra heye. Em ê derkevin qadan. Em dixwazin bi xwepêşandarên protestoyê ra biaxivin û fikra wan hildin." 

Di dawiya axaftina xwe da Zeynelabîdîn got: "Xwepêşandêr di bin parastina me da ne lê em ê destûrê nedin ku heq û azadiyên kesên din bên binpêkirin. Em derbekar nînin û em ê bêbextiyê li gel nekin."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE