Xerat ji bo zivistanê dişixulin

Ji bo heywanên xwe afiran didin çêkirin, konan vedidin

Xerat ji bo zivistanê dişixulin

Dinya sar bû û li deverên bilind êdî berf dibare. Koçerên ku di biharê de derketibûn zozanan, beriya zivistanê vegeriyan. Koçer niha ji bo xwe û heywanên xwe beriya zivistanê amadehiyê dikin. Necar bi navê din merengozên Sêrtî ji bo koçeran ji afiran bigirin heya konan gelek amûran çêdikin û difiroşin.

Li kuçeya merengozan Sêrtê dikandar bi şev û roj dixebitin.

Lewra koçer ji zozanan vegeriyan û ji bo heywanên xwe afiran didin çêkirin.

Koçer her sal van çaxan vedigerin û zivistanê li herêmên germ derbas dikin.

Ji ber hewcedariyên koçeran jî li bazaran dikandar gelek dixebitin.

Merengoz ji bo ji heywanên koçeran re afiran çêkin bê navber dixebitin.

Axurên kon heywanan ji sermaya zivistanê diparêzin.

Wextê bihar were dê koçer dîsa heywanên xwe bidin pêşiya xwe û berê xwe bidin zozanan.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE