Xirvatistanê esker ji Iraqê vekişand

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Xirvatistanê ya nivîskî da hat diyarkirin ku eskerên Xirvat ên di çarçoveya misyona NATOyê da li Iraqê wezife dikirin ji welêt derxistin û neqlî herêmeke ewledar a li Kuweytê kirin.

Xirvatistanê esker ji Iraqê vekişand

Hat ragihandin ku Xirvatistanê eskerên xwe yên li Iraqê wezîfe dikirin ji welêt derxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Xirvatistanê ya nivîskî da hat diyarkirin ku eskerên Xirvat ên di çarçoveya misyona NATOyê da li Iraqê wezife dikirin ji welêt derxistin û neqlî herêmeke ewledar a li Kuweytê kirin.

Hat destnîşankirin ku li gor biryara NATOyê tevahiyê 14 eskerên Xirvat ên li Iraqê birin Kuweytê, 7 eskerên dema wezifeya wan qediyan jî ew ê di demeke herî nêz da vegerin welatê xwe.

Wekî mayîn di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em bi mitefîqên xwe ra rewşa ewlehiya herêmê ji nêz va teqîb dikin. Em ê biryarên lazim dikin jî bi kordîne bidin."

Piştî bi destê Amerîkayê kuştina General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girîdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê NATOyê diyar kiribû ku xebatên misyona perwerdeyê ya li Iraqê ji bo demekê daye sekinandin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE