Xizmetên ji bo Efrînê didomin

Li Cindirêsê navenda pîşesaziyê tê avakirin.

Xizmetên ji bo Efrînê didomin

Li Cindirêsa navçeya Efrînê, encumena herêmî ya Cindirêsê ligel şîrketan navenda pîşesaziyê ava dike. Ji bo pîşesazî û bazirganiyê ev der wê bibe navendeke girîng. Him bazirganiya herêmê wê bi pêş keve him jî gelek welatî wê bibin xwedî kar û bar.

Him sûka bazirganiyê ye... Him jî navenda pîşesaziyê ye...

Li Cindirêsa navçeya Efrînê li ser 60 donim eraziyî navenda pîşesaziyê tê avakirin.

Beşeke vê qadê wê bibe cihê pîşesaziyê beşek jî wê bibe cihê bazirganiyê.

Cihê projeyê him li derveyê bajêr e him jî li nêzî deriyê herêma şaxa zeytûnê ye.

150 xebatkar di xebatên avakirina vê derê de dixebitin.

Li vir bi temamî wê 440 kargeh hebin.

320 kargeh ji bo pîşesaziyê û 120 jî ji bo bazirganiyê tên amadekirin.

Tê xwestin ku bi vê projeyê rewşa aborî ya herêmê bi pêş bikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE