Li bajêr bi piştgiriya Tirkiyeyê 2 dibistanên nû hatin vekirin. Bi vî awayî hejmara dibistanên li Efrînê gihaşt 252 yan.
Li Efrînê bi piştgiriya Tirkiyê ji bo xwendekaran dibistan tên çêkirin.
Niha jî li herêmê du dibistanên nû hatin vekirin.
Dibistanek li navçeya Şerayê, dibistanek jî li navenda Efrînê hat vekirin.
Li dibistanan dersên bi zimanên tirkî, ingilîzî, erebî, û kurdî tên dayîn.
Mamosteyên dibistanan ji bo piştgiriyê sipasî Walîtiya Hatayê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Efrînê kirin.
Xwendekar jî ji bo dibistanên xwe yên nû kêfxweş bûn.
Tirkiyê heta niha li Efrînê bi dehan dibistanên nû ava kirin, bi sedan jî restore kirin.