Xizmetên Türkiyeyê yên ji bo Cerablûsê

Li Dibistana Vali Ahmet Turgay pirtûkxane hat vekirin.

Xizmetên Türkiyeyê yên ji bo Cerablûsê

Türkiye li herêma Cerablûsa Sûriyeyê xizmetên xwe yên ji bo gel didomîne. Di çarçoveya xizmetan de li dibistana Walî Ahmet Turgay a li navenda Cerablûsê pirtûkxane hat vekirin. Li vir pirtûkên bi Kurdî, Tirkî û Erebî hene.

Türkiye li bakurê Sûriyeyê li axên rizgarkirî di warê perwerdeyê de gavên girîng diavêje.

Wezareta Perwerdeyê ji bo dibistanên li herêmên Mertala Firadê û Şaxa Zeytûnê pirtûkan temîn dike.

Herî dawî ji bo Dibistana Walî Ahmet Turgay a li navenda Cerablûsê pirtûkxane hat vekirin.

Pirtûkxane bi merasîm û bi beşdarbûna Waliyê Entabê û rayedaran hat vekirin.

Serokê Weqfa Bulbulzadeyê Turgay Aldemir jî got, li herêmê xebatên perwerdehiyê yên Tirkiyê dewam dikin.

Aldemir got, ‘’Di bergeha vê projeyê li 805 dibistanan 805 pirtûkxane hat vekirin. Li her pirtûkxaneyên kêm zêde 100 pirtûk hene. Ji her miletî pirtûk hene. Ger zarok li vir negihêjin pirtûka em ê li Türkiyeyê ne rehet bin. Em miletekî wisa ne.

Ligel vê yekê li 70 dibitanên herêma Cerablûsê heta niha 10 hezar pirtûk hatin belavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE