Li mabetaya navçeya Efrînê bi piştgiriya Türkiyeyê ceyran tê kişandin. şîrketa sûriye û Türkiyeyê ya ceyranê, bi tevkariya encûmena navçeyê dîrek û xetên cetranê datînin.
Ev demek e ku Türkiye ji bo gelê Efrînê ceyranê tîne bajêr.
Heta niha navenda Efrînê û navçeya Cindirêsê bi temamî hat ronîkirin.
Li wan deran 24 saet ceyran heye.
Niha jî ji bo navçeya Mabetayê xebatên ceyranê didomin.
Dîregên ceyranê hatin danîn û têlên ceyranê tên kişandin.
Li aliyê din li navçeyên Şiyê, Şeran û Racoyê jî xebatên ceyranê dest pê kirin.
Çav li rê ne ku heta meha din ceyran were dayîn hemû navendên navçeyên Efrînê.