Îxracata nefta xam a Iraqê kêm bû

îxracata nefta xam a Iraqê di meha sibatê da 12 milyon warêl kêm bû...

Îxracata nefta xam a Iraqê kêm bû

 Îxrackirina neftê ya Iraqê li gor meha borî 12 milyon warêl kêm bû û di meha sibatê da di 101 milyon warêlî da ma.

Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku Iraqê di meha sibatê da 101 milyon û 387 hezar warêl nefta xam îxrac kir û jê 6 milyar û 167 milyon dolar dahat bi dest xist.

Cîhad destnîşan kir ku ji bîrên başûr û yên naverasta welêt 99 milyon û 120 hezar, ji Kerkûkê milyonek û 753 hezar û ji bîrên Kayyaraya Mûsilê jî 514 hezar warêl nefta xam hat derxistin û îxrackirin.

Berdevkê Wezaretê daxuyand ku nefta xam a ku hat îxrackirin rojane 3 milyon û 540 hezar ji Lîmana Besrayê ra û nêzî 63 hezar warêl jî ji xeta boriyê ya Lîmana Ceyhanê ra sewqî piyaseya dinyayê kir.

Iraqê di meha rêbendanê da jî bi tevahî 113 milyon warêl nefta xam îxrac kiribû.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE