Ji bo sir û seqema zivistanê cil û berg hazir kirin û seba qeza û beleyan tevdîr girtin. Kesên hewcedar û bêkes jî ji bîr nekirin. Komeleya alîkariya ji bo Sûriyê, bi piştgiriya Türkiyeyê li Afrinê alîkarî belav kir.
Çîroka her yekî ji wan cuda ye…
Hinek ji ber şer, bêyî dê û bav man, hinekan jî hevser an jî zarokên xwe di vî şerî de ji dest dan..
Hemû jî ji ber feqîrî û xizaniyê bêçare ne.
Sivîlên xêrxwaz, xelkê Afrinê ji bîr nekirin.
Komeleya Alîkariya Sûriyê, bi piştgiriya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên civakî ya Türkiyeyê, alîkarî gihand hewcedaran.
Komeleyê serê male 150 lîre alîkarî da.
Ji bo zarokên sewî û êtîm jî pêlîstok û cil belav kirin.
Bi saya alîkariya xêrxwazan, vê zivistanê 300 zarokên Afrinî wê germ bibin.