'Xurtbûna aboriya Tirkiyeyê ji bo Almanyayê jî girîng e'

Merkelê di axaftina bi Erdogan re de got ku xurtbûna aboriya Tirkiyeyê ji bo Almanyayê jî girîng e

'Xurtbûna aboriya Tirkiyeyê ji bo Almanyayê jî girîng e'

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Şansolyeya Komara Federal a Almanyayê Angela Merkelê re bi telefonê axivî.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê de di serî de têkiliyên dualî û Sûriye li ser mijaren hêrêmî nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

Erdogan û Merkel di axaftinê de li ser geşedanên di rojevê de sekinîn û qala hevdîtina ku dê her du serok dawiya îlonê li Berlînê bikin kirin.

Serok Erdogan û Merkelê li hev kirin ku di rojên pêşiya me de Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak û wezîrên Darayî û Aboriyê yên Almanyayê bên bal hev.

Şansolye Merkelê bi wesîleya axaftinê destnîşankir ku xurtbûna aboriya Tirkiyeyêji bo Almanyayê girîng e.

Her du serokan teyît kirin ku hevkariya di navbera Tirkiye û Almanyayê de bi ziyaretên payebilind têkilî bêtir bên xurtkirin.

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE