Xwarina taybet a meha Remezanê: Merûk. Gelê Sûriyê gelekî ji vê xwarinê hez dike. Di meha remezanê de li ser her sifreyê ev xwarin heye. Em ê niha berê xwe bidin efrînê ka ev xwarin çi ye û çawa tê çêkirin?
Merûk li Sûriyê yek ji xwarinên navdar ên meha Remezanê ye.
Di firinan de wek xwarineke taybet tê çêkirin.
Li ser her sifreyê merûk heye.
Gelê herêmê ji merûkê gelek hes dikin.
Merûkê him di fitarê de him jî di paşîvê de dixwin.