Xwe spartin stadyûmê

Sivîlên ku ji Maaret El Numanê reviyan di stadyûmê de radizên

Xwe spartin stadyûmê

Hêzên rejîma esed ligel agirbestê êrîşî maaret el numana navçeya herî mezin a Îdlîbê kir û ew bi dest xist. Piştî wê, sivîl ji mal û warên xwe derketin û wan xwe sipart stadyuma futbolê; stadyûm bû konbajar…

Hêzên Esed ligel peymanê jî êrîş kir.

Dîsa li Îdlibê qeyrana mirovî rû da.

Bi hezaran sivîlên ku reviyan, xwe spartin stadyûmê.

Beriya şerê navxweyî li vê stadyûmê futbol hebû, lê niha ev der ji bo sivîlan bû konbajar.

Maaret el Numan navçeya herî mezin a Îdlibê ye. Hêzên rejîma Esed ew zep kir. 500 malbatên ku reviyan li stadyûmê bi şûn bûn.

Sivîlan, li qatên bin ên stadyûmê konên xwe vedan.

Dixtor Heyfa Gufrace jî yek ji wan sîvilan e, wê jî xwe spartiye stadyûmê.

Ji ber êrîşan zerara herî zêde li zarok û jinan dikeve.

Mihacir jî ji xilas bibin tên ber sînorê Turkiyeyê.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2020, 09:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE