Xwendekar jî tevlî çalakiyên li Bexdayê bûn

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Bexdayê xwendekarên gelek zanîngehên taybet û dewletê û xwendingehên din meşiyan Meydana Tehrîrê. Hat ragihandin ku bi sedan xwendekarên dibistan û lîseyan jî hatin Meydana Tehrîrê

Xwendekar jî tevlî çalakiyên li Bexdayê bûn

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Bexdaxwendekarên gelek zanîngehên taybet û dewletê û xwendingehên din meşiyan Meydana Tehrîrê. Hat ragihandin ku bi sedan xwendekarên dibistan û lîseyan jî hatin Meydana Tehrîrê.

Dîmenên tê da xwendekaran pankart dane destê xwe û hikûmetê protesto dikin di medyaya civakî da hatin weşandin.

Li saziyên dewletê mesaî nehat kirin

Li saziyên dewletê yên li Bexdayê îro kes neçû mesaiyê.

Elî Seîdê xebatkarê Walîtiya bexdayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Tetîla fermî nîne lêbelê tu kes neçû ser kar. Hin karêend ji ber ku rê girtîne negihîştin karxaneyên xwe, hinek jî tevlî çalakiyên li Meydana Tehrîrê bûn."

JI Tehrîrê dûman radibe

Hêzên Iraqê jî ji bo çalakvanên li Meydana Tehrîrê belav bikin bi bombeya deng û xaza rondikrêj va midaxele dikin. Gelek caran dendê bombeyên deng ên li meydanê tên avêtin tê bihîstin, ji ber bombeyên xazê yên li meydanê avêjin jî her alî dibe û dû çav çavan nabîne.

Welatiyên Iraqê ji bo bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê protesto bikin li gelek herêmên welêt çalakiyan li dar dixin. Çalakvanên di 1ê cotmehê da dest bi protestoyan kirin ji ber Merasima Erbaînê navber dan protestoyan û paşê dîsa dest pê kirin. Ji serê cotmehê vir da di êalakiyên li gelek herêmên welêt da kêmzêde 200 kes hatin kuştin û hema bêje 8 hezar kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE