"Xwendingeha Kon" a bêtexte û bêpirtûk ya zarokên Îdlibê

Ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li ser herêma Îdlibê zarok ji perwerdeyê bêpar man.

"Xwendingeha Kon" a bêtexte û bêpirtûk ya zarokên Îdlibê

Mamosteyên dildar ên nexwestin zarokên koçî der û dora Îdlibê kirin ji perwerdeyê dûr bimînin konekî 12 qeremêtreyî xistin xwendingeh.

Ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li ser herêma Îdlibê zarok ji perwerdeyê bêpar man.

Perwerdekarên dildar ligel hemû neyîniyên li kampan guh didin banga zarokan a ji bo perwerdeyê.

Dildar ji bo zarokên li kampa Harbanuşî ya meha borî hat avakirin û kêmzêde 200 malbat lê dimînin tevgeriyan, konekî 12 qeremêtreyî li navenda kampê danîn.

Hê texteyê nivîsê li polê tune, erdê wê herî ye lêbelê ji bo zarokan 5 mase danîn û dest bi perwerdeyê kirin.

Xwendekarên demeke dirêj ji xwendingehê mehrûm mabûn bêyî defter, qelem û pirtûk li maseyan rûniştin jî ji ber "xwendigeha xwe" gelekî kêfxweş bûn.

Ehmed Hemûdê avakarê xwendingeha kon daxuyanî da û diyar kir ku wekî Komîteya Taxa Harbanuşiyê biryar dan ku xwendingehê vekin.

- "15 xwendekarên me hene"

Hemûd got şert û merc çi dibin bira bibin ew girîngiyê didin perwerdeya zarokan û wiha axivî: "Me vê hefteyê dest bi xizmetê kir û nika 15 xwendekarên me hene. Xwendingeh hê teze ye hejmara xwendekaran ew ê zêde bibe. Em hewl didin li vê derê zarokan perwerde bikin. Em bi Erebî hin lîstikan dilîzin. Qurana Pîroz hînî wan dikin. Hewl didin jiyana civakî hînî wan bikin."

Hemûd got ji bo kêmasiyên xwendingehê çareser bikin çi ji destê wan tê dikin, dema îmkanên di destê wan da zêde bibin ew ê xwendingehê mezin bikin.

Fatumaya 8 salî ya xwendekar got, "Xwendingeha me zehf xweş e. Em kêfxweş in." û Mihemedê 9 salî jî diyar kir ku îro cara ewil tê xwendingehê ji ber vê zehf bextewar e.

Xwendekarên din jî gotin ji ber ku firsend dîtin û tên xwendingehê gelekî kêfxweş in.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2020, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE