Koalîsyona Dijî DEAŞê ya ku Amerîka Pêşengiya wê dike diyar kir, ew ji ber xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê bi fikar in û bangî hemû aliyan dikin ku tansiyonê bixin.
Berdevkê Koalîsyonê Albay Myles Caggins bi nîşeya "daxuyaniya protestoyê" li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Hêza Yekbûyî ya Wezîfeyê, bangî hemû aliyan dike ku rageşiyê kêm bikin. Em bi fikar in ku ji hêzên ewlehiya Iraqê û ji sivîlan hin kes mirine û birîndar bûne. Em bawer dikin ku xwepêşandanên gel ên aştiyane ji bo hemû demokrasiyan ûnsûreke bingeh e. Cihê şidetê tuneye."
- Xwepêşandanên li Iraqê
Li tevahiya Iraqê du roj in xwepêşandan dewam dikin û 12 kes tê da mirin.
Li Bexda, Zîkar û wilayetên din xwepêşandan tên lidarxistin û dixwazin ku şert û mercên jiyanê û xizmetên şaredariyan baş bibin, îstixdam zêde bibe, gendeliyên nav dewletê bi dawî bibin. Di van xwepêşandanan da midaxale hat kirin û 112 kes birîndar bûn.
Li Zîkara wilayeta Iraqê ku derketina derva lê hat qedexekirin, duh di xwepêşandanên dijî hikûmetê da 7 kes miribûn, 112 kes birîndar bûbûn.
Hatibû ragihandin ku xwepêşandêran li Suk eş-Şuyux û Ed-Dewayeya navçeyên Zîkarê agir berdan avahiyên qaymeqamtiyê. Her wiha agir berdabûn avahiya şaredariyê ya Suk eş-Şuyuxê û avahiya sendîkaya endezyarên li bajarê En-Nasiriyeyê.
AA