Xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Şîliyê

Hat eşkerekirin ku li welêt ji ber protestoyên ku di 19ê cotmehê da tund bûn 20 kes hatin kuştin, hezar û 218 kes jî birîndar bûn û 9 hezar û 203 kes jî hatin binçavkirin

Xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Şîliyê

Wezaretê Edaletê ya Şîliyê ragihand ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê û bûyerên şidetê yên ku li welêt du hefte ye dewam dikin da 20 kes hatin kuştin, hezar û 218 kes birîndar bûn û 9 hezar û 203 kes hatin binçavkirin.

Li Şîliya welatê Amerîkaya Başûr xwepêşandanên dijî hikûmetê û bûyerên şidetê yên ku di 6ê cotmehê da ji ber zema li ser bihayê metroyê yên li paytext Santîagoyê dest pê kirin û di 19ê cotmehê da bi şidet bûn û li gelek bajaran bû sedema talanê û didomin.

Li gor rapora ku Wezareta Edaletê ya Şîliyê weşand bûyerên talan û agirpêxistin jî di nav da di xwepêşandanan da heta niha 20 kes hatin kuştin, 745 jê peywirdarên ewlehiyê hezar û 218 kes jî birîndar bûn.

Di bûyeran da bi tevahî 9 hezar û 203 hatin binçavkirin. Ji van 2 hezar û 37 kes di qedexeya derketina derva ya ku 19ê cotmehê li tevahiya welêt hat îlankirin û 26ê cotmehê paytext Santîago jî di nav da li gelek herêman hat rakirin da hatin binçavkirin.

Di bûyerên şidetê da agir bi 26 otobêsan xistin û 49 îstasyonên metroyê jî hatin texrîbkirin.

- Xwepêşandan didomin

Serokdewlet Sebestîan Pînera wezîrên darayî û karên navxweyî jî di nav da 8 wezîr guherandin lê digel vê xwepêşandan bi taybetî li paytext Santîagoyê didomin.

Di navbera xwepêşandêrên dixwazin ku Pînera îstifa bike û li Meydana Îtalyayê ya dîrokî ya bajêr kom dibe û hêzên ewlehiyê da car carna xirecir û pevçûn derdikeve.

Di xwepêşandanên pêr da xwepêşandêran xwest ku ji Meydana Îtalyayê heta Qesra Serokatiyê La Monedayê bimeşin lê polêsan nehiştibû û di pevçûna ku derket da agir bi navenda dan û sitandinê ya li herêmê hatibû xistin.

Li bajêr 25ê cotmehê roja înê xwepêşandaneke ku milyonek û 200 hezar kes beşdar bû hat kirin û tê payîn ji bo ku Pînera îstifa bike dawiya hefteyê dîsa xwepêşandanên mezin bên lidarxistin.

Li Şîliyê ji ber xwepêşandanên ku çendî roj in dewam dikin digel ku hikûmetê paşda gav avêt jî ranawestin piştî ku dîktator Augusto Pînochet di 1990î da hat dûrxistin cara ewil digel ku bobelata siruştî tune "rewşa acîl" hatibû îlankirin û peywira pêkanîna ewlehiyê dabûn artêşê.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE