Xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê

Serokê Îranê Elî Xamaney: "Dijmin dixwazin tefrîqayê derxin, lê ewê bi ser nekevin û ev komployên wan wê bêtesîr bimînin."

Xwepêşandanên dijî hikûmeta Iraqê

Serokê Îranê Elî Xamaney got "dijmin" dixwazin di navbera Îran û Iraqê da tefrîqayê derxin, lê ewê bi ser nekevin.

Xamaney li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê xwepêşandanên li Bexdaya paytextê Iraqê di serî da hin bajaran din li dijî hikûmatê dewam dikin da peyamek weşand.

Xamaney got gelê Iraq û Îranê girêdayî hevdu ne û ev têkiliya wan her ku here wê xurt bibe û wiha dewam kir: "Dijmin dixwazin tefrîqayê derxin, lê ewê bi ser nekevin û ev komployên wan wê bêtesîr bimînin."

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" xwepêşandan tên kirin. Ji 1ê Cotmehê pê va heta niha 104 mirin û 6 hezar û 107 kesî jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE