Xwepêşandanên Li Bangladeşê: herî kêm 4 mirî, 50 birîndar

Li Bangladeşê di xwepêşandanên dijî Serokwezîrê Hindistanê Modî da herî kêm 4 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Xwepêşandanên Li Bangladeşê: herî kêm 4 mirî, 50 birîndar

 Hat ragihandin ku li Bangladeşê di xwepêşandanên dijî narendra ModiSerokwezîrê Hindistanê da herî kêm 4 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn.

Li gor xeberên di çapemeniya welêt da li Chîttagonga bajarê benderê ya li rojhilatê başûr bi sedan kesên mensûbê Hefazat e-Îslamê ji cemeatên herî mezin ên welêt ên ku ji bo ziyareta Bangladeşê ya Modî ziyaret bikin civiyan bi polêsan ra pev çûn.

Polêsan eşkere kir ku di pevçûna ku bi xwepêşandêrên hewl dan ku ji barîqatên li rê hatine danîn derbas bibin herî kêm 4 kes hatin kuştin 50 kes jî birîndar bûn.

Şahidan got ku polêsan bi copê midaxaleyî xwepêşandêran kiriye, ji bo ku komê belav bike xaza rondikrêj û guleyên rasteqîn emilandiye.

Ji hêla din va hat îdiakirin ku bi sedan kesên bi cil û bergên sivîl jî bi çovan komê hedef girtiye, xwepêşandêran jî agir bi gelek wesayîtên li herêmê xistiye û bi keviran êrîşî polêsan kiriye.

Modî ji bo ku beşdarî merasîmên 50emîn salvegera serxwebûna Bangladeşê û 100emîn salvegera ji dayikbûna Şêx Majîbur Rehmanê serokê damezrîner bibe ji bo ziyareta 2 rojî îro danê sibê hatibû paytext Dakkayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE