Xwepêşandanên li Bexdayê dîsa dest pê kirin

Digel tewdîrên ewlehiyê yên berfireh li Bexdayê çalakiyan dîsa dest pê kir.

Xwepêşandanên li Bexdayê dîsa dest pê kirin

Li Bexdaya paytextê Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê di bin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh da dîsa dest pê kirin. 

Li Bexdayê qedexeya derketinê dewam dike lê xwepêşandêrên ji bajarên curbecur ên welêt hatine ji bo bigihêjin Meydana Tehrîrê drûşmeyên dijî hikûmetê berz dikin û protestoyê didomînin.

Hêzên ewlehiyê jî ji bo ku xwepêşandêr nekevin Meydana Tehrîrê tewdîrên berfireh hildan.

Tê payîn ku li Bexda û bajarên din çalakî dîsa zêde bibin.

- Ji lîderên Şiî peyamên "çalakiyê"

Elî es-Sîstanî yê ku niha li Iraqê di nav alimên Şiî da yê herî bi nav û deng e ji bo xwepêşandanên ku bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr dest pê kirin peyam da.

Sîstanî ji Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Evdilmehdî û Serokê Meclisê Mihemed el-Halbûsî xwest ku bila "reformên rastî" bikin.

  Serokê Tevgera Sadrê Muqteda es-Sadr jî ji parlementerên girêdayî wî ne xwest ku heta daxwaza xwepêşandaran bi cih neyê bila ew tevlî kar û xebatên meclisê nebin.

Li gor agahiyên ku ji nexweşxaneyan hatin hildan li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ji ber pevçûnên xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê li Nasiriyeya bajarê li başûrê welêt yek jê polês herî kêm 25 kes hatin kuştin û hejmara kesên di sê rojên dawîn da hatin kuştin derket 42yan.

Li paytext Bexda û wilayetên li başûrê Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin. Di çalakiyan da heta niha 42 kes hatin kuştin û nêzî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2019, 10:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE