Xwepêşandanên li Iraqê: 6 mirî, 158 birîndar

Li Iraqê hêzên asayîşê midaxaleyî xwepêşandinên dijî hikûmetê kir û li wilayetên Besra û Zîqarê 6 xwepêşandêr hatin kuştin, 158 kes birîndar bûn.

Xwepêşandanên li Iraqê: 6 mirî, 158 birîndar

Li gor daxuyaniya ku ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê hat dayîn, hêzên asayîşê li Um Qesra bajarê wilayeta Besrayê midaxaleyî xwepêşandêran kir û 3 kes hatin kuştin, 87 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku polês li wilayeta Zîqarê ser "Pireya Zeytûnê" ya li bajarê Nasiriyeyê midaxaleyî xwepêşandêran kir û li vê derê jî 3 xwepêşandêr hatin kuştin, 71 xwepêşandêr birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyê li gerdu wilayetan jî 11 xwepêşandêr hatin binçavkirin û bang li hikûmeta navendî ya Iraqê hat kirin ku tundiyê demildest bide dawîkirin û têkeve dewrê.

- Xwepêşandêrên xûnî yên li Iraqê

Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da protestoyan dest pê kiribû û heta niha di protestoyan da ji 300î zêdetir meriv hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.

Li paytext Bexda di serî da li bajarên başûr û yên naverasta Iraqê xwepêşandin dewam dikin, li dijî nifûza Îranê ya li welêt jî bertek tên dayîn.

Hikûmetê hin paketên reformê derxistin, lê xwepêşandêr pê qaîl nabin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandinan da tund tevdigerin, xwepêşandêr dibêjin ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî telîmata vê yekê daye û dixwazin Ebdulmehdî û hikûmet îstifa bikin. Her wiha xwepêşandêr hikûmetê jî bi gendeliyê sûcdar dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE