Xwepêşandanên li Iraqê: Jimara miriyan derket 92yan

Hêzên ewlehiyê duh li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran kiribû. Hin dîmenên ku hêzên Iraqê li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran dikin jî li ser medyaya civakî hatibû weşandin.

Xwepêşandanên li Iraqê: Jimara miriyan derket 92yan

Hat ragihandin ku li Kerbelaya bajarê Iraqê duh êvarê hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwepêşandêran kir û 18 kes mirin, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Elî Beyatliyê endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Li Kerbelayê ji aktivîst û aliyên ku girêdayî hikûmetê nînin agahî hatin ber destê me û li gor van agahiyan êvara duşemê di xwepêşandanan da 18 kes mirin, ji 800î zêdetir kes jî birîndar bûn."

Hêzên ewlehiyê duh li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran kiribû. Hin dîmenên ku hêzên Iraqê li Kerbelayê midaxaleyî xwepêşandêran dikin jî li ser medyaya civakî hatibû weşandin.

Waliyê Kerbelayê Nuseyf Tureyhî jî bi fermandarên eskerî yên li Kerbelayê ra civîna çapemeniyê kiribû û îdia kiribû ku li bajêr ji xwepêşandêran kes nemiriye.

Jimara miriyan derket 92yan

Li gor daneyên Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Payebilind a Iraqê, li Bexda û bajarên naverast û başûr ji 25ê cotmehê vir va jimara kesên ku di xwepêşandanan da mirin derket 92yan.

Li Iraqê hin herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku ji 1êCotmehê dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûnê, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE