Xwepêşandanên li Kerbelayê: miriyek, 40 birîndar

Di xwepêşandanên Kerbeleya wilayeta Iraqê da xwepêşandêrek mir, 40 kes birîndar bûn

Xwepêşandanên li Kerbelayê: miriyek, 40 birîndar

Hat ragihandin ku di xwepêşandanên Kerbeleya wilayeta Iraqê da xwepêşandêrek mir, 40 kes birîndar bûn.

Şahidan ji nûçegihanê AAyê ra xeberda û gotin ku di bûyerên li ber avahiya wilayetê da hêzên ewlehiyê bi guleyên rastîn gule berdan xwepêşandêran û kesek mir û 40 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din va Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê ya Parlamentoyê daxuyaniya nivîskî da û got ku li Kerbelayê ji bo ku qerebalixî bela bibe hêzên ewlehiyê bi çekên otomotîk gule agir kirine.

Ji ber xwepêşandêrên dijî hikûmetê li Kerbelayê di navbera saet 00.00-06.00î da derketina derva hat qedexekirin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE