Xwepêşandanên li Silêmaniyeyê: Daxuyaniya Serokomarê Iraqê Berhem Salih

Serokomarê Iraqê bangî hêzên ewlehiyê kir ku di xwepêşandanên li Silêmaniyeyê da tund tevnegerin

Xwepêşandanên li Silêmaniyeyê: Daxuyaniya Serokomarê Iraqê Berhem Salih

Serokomarê Iraqê Berhem Salih daxuyand ew xwepêşandanên li Silêmaniyeyê ji nêz va dişopînin, hêzên ewlehiyê li hemberî xwepêşandêran tund tevdigerin lê ev ne çare ye.

Salih der barê xwepêndanên li Silêmaniyeya bajarê Herêmê Kurdistanê ji ber nedana mehaneya karmendan çêdibin daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokomar Salih di daxuyaniya xwe da wiha got: "Em xwepêşandanên gel yên bi rojan e li Silêmaniyeyê dewam dikin û bûyerên tundiyê yên ligel vê çêdibin bi girîngî dişopînin. Xwepêşandanên aştiyane heqê her kesî yên li gor qanûna bingehîn in û divê rêz li ber vê bê nîşandan. Welatî jî xwedî vê heqê ne ku li hemberî pirsgirêkên xwe yên daberê, mehaneyê û kêmasiya xizmeta kamuyê xwepêşandanan bikin. Meqamên bi van mijaran ra eleqedar in divê bilez gavan bavêjin û daxwazan bi cih bînin, pirsgirêka mehane û aboriyê çareser bikin."

Salih anî ziman divê şêlandin û talankirina malên kamuyê, gendeliya darayî û îdarî dawî bibe û wiha dewam kir: "Li hemberî daxwazên meşrû ya welatiyan tevgerên tundî çareserî nîne. Hêzên ewlehiyê divê tundiyê nekin, mudaxaleya xebatkarên çapemeniyê nekin ku ew bûyeran bi awayekî azad ragihînin."

Salih bangî xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê kir ki ew êrîşî malên kamuyê nekin û got tekane rêya çareseriya van bûyeran ew e ku Herêma Kurdistana Iraqê bi rêvebiriya navendî ra peymaneke berfireh çêbike.

Li Silêmaniyeyê ji ber ku dayîna mehaneya karmendan dereng mabû hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hatibû protestokirin, di xwepêşandanan da 3 kes hatibûn kuştin û 15 kes birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE