Xwepêşanderên li Qirxizistanê encama hilbijartina di 4ê Cotmehê roja yekşemê da hat kirin protyesto kirin û Qesra Serokkomarî û parlementoya di nav da cih digire, dagir kirin.
Komîsyona Hilbijartina Navendî ragihand ku 12 partî di bin benda ji sedî 7 a hilbijartinê da mane û li ser vê alîgirên wan partiyan bi daxwaza betalkirina hilbijartinê li Meydana Al-Too ya paytext Bîşkekê çalakî lidarxistin.
Hat ragihandin polêsan ji bo belavbûna çalakvanên hejmara wan ji 5 hezarî zêdetir bû belav bibin bombeya deng û xaza rûndikrêj bikaranî. Xwepêşanderan bi kevir û daran êrîşî polêsan kirin û wesayîtên agirkujiyê û qamyonên çop berhevkirinê yên şaredariyê bi ser polêsan da ajotin. Bi vekîşina polêsan va xwepêşanderan Qesra Serokkomariyê û parlementoya di nav heman qadê da ye dagir kirin.
Tê gotin ku di bûyerên qewimîn da heta niha ji 100 zêdetir kes birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê mudaxaleyî çalakvanan nekirin.
AA