Xwepêşandinên meşa vegerê ya li Xezeyê hatin taloqkirin

Li Xezeyê Komîteya Neteweyî ya Payebilind a Meşa Şikandina Ablûqeyê û Vegera Mezin daxuyand ku xwepêşandinên dihat plankirin ku roja înê li ser sînorê Xezeyê werin kirin, ji ber ewlehiyê hatin taloqkirin

Xwepêşandinên meşa vegerê ya li Xezeyê hatin taloqkirin

Li Xezeyê Komîteya Neteweyî ya Payebilind a Meşa Şikandina Ablûqeyê û Vegera Mezin daxuyaniya nivîskî da û ragihand, ji ber ku di warê ewlehiyê da geşedanên talûke çêdibin û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu Xezeyê bi êrîşan va tehdîd dike, biryar hat dayîn ku xwepêşandinên roja înê werin taloqkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Îsraîl ji bo bidestxistina berjewendiyên siyasî be jî dixwaze gelê Filistînê tenê bihêle, ji bo ku ev daxwaz pêk neyê loma ev biryar hat dayîn û wiha hat gotin, "heta ku mafên meşrû paşve neyên sitandin, şerê bi dijmin ra" wê dewam bike.

Netanyahu pêr Xeze bi êrîşeke nû va tehdîd kiribû.

Filistînî ji 30yê adara 2018an vir va li sînorê Îsraîlê yê dikeve rojhilata Xeta Xezeyê bi navê "Meşa Vegera Mezin" her în xwepêşandinên aştiyane li dar dixin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE