Xwepêşandêrên li Iraqê rêyên diçin bîrên neftê girtin

Xwepêşandêrên dijî hikûmetê yên li başûrê Iraqê rêyên sereke yên diçin bîrên neftê yên li Basrayê girtin.

Xwepêşandêrên li Iraqê rêyên diçin bîrên neftê girtin

Li gor çavkaniyên herêmî yên ku nûçegihanê AAyê jê agahî hildan, li Basrayê xwepêşandêran berê xwe dan bîrên neftê.

Li navçeya Zubeyîrê xwepêşandêran li herêma Rumeylayê ya ku bîrên neftê lê zêde ne civiyan. Xwepêşandêran rêyên sereke tên vê herêmê bi wesayîtên xwe va girtin û destûr nedan tankerên neftê bikevin herêmê û jê derkevin.

Dîsa li gor nûçeyên herêmî piştî rêgirtina li Rumeylayê li Bendergeha Hor ez-Zubeyîrê îxracata nefta xam jî sekinî.

Xwepêşandêrên li Basrayê di 16ê Mijdarê da roja şemiyê li ber deriyê Bîra Neftê Mecnunê xwepêşandan kiribûn.

Li Iraqê aboriya welêt ji sedî 90 girêdayî îxracata neftê ye, rojê 3 milyon û 500 hezar warêl neft tê îxrackirin. Qismeke mezin a neftê ji bîrên Basrayê tên îxrackirin.

- Xwepêşanên li Iraqê

Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da dest pê kiribûn hê dewam dikin.

Hetanî niha ji 300î zêdetir kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytextê Iraqê di serî da bajarên başûr û navîn ên welêt xwepêşandan dewam dikin, li dijî desthilatiya Îranê ya li Iraqê bertek zêde dibin.

Pakêtên reformê yên ji hêla hikûmet va hatin eşkerekirin xwepêşandêran qanî nake. Ji ber ku hêzên ewlehiyê di xwepêşanan da tund tevdigerin xwepêşandêr dixwazin Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û hikûmet îstifa bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE