"Xwestin ku ez bibim namzed lê min qebûl nekir"

Ji Barzaniyê berteka lihevnekirina serokomar...

"Xwestin ku ez bibim namzed lê min qebûl nekir"

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê li dar xist û der barê lihevnekirinên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di hilbijartinên serokomariyê û der barê hilbijartinên parlementeriyê de nirxandin kirin.

Barzanî diyar kir ku di hilbijartina serokomariyê de YNK yekalî tevgeriya û got ku "Ev destpêkeke xeternak e. Ev meqam derveyî vîna gelê HKIyê û aliyên siyasî hat dayîn. Kirina YNKê ji bo dahatûya HKIyê xeternak e. Meqama Serokomariyê destkeftiya gelê HKIyê ye."

"Xwestin ku ez bibim namzed lê min qebûl nekir"

Barzanî got ku gelek aliyên siyasî yên li Iraqê û hin welatan xwestin ku ji bo serokomariyê bibe namzed lê belê qebûl nekir.

Barzanî bertek nîşanê mekanîzmaya di hilbijartina serokomariyê de da û da zanîn ku şiiyan ji bo serokwezîriyê Adil Ebdûlmehdî wek tekane namzed nîşan dan û divê aliyê Kurdan jî wekî vê namzedek tenê bihata derxistin.

Pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê

Barzanî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareseriyek derket û bi bîr xist ku divê ji şaşitiyan ders bê derxistin û her du alî jî di çarçoveya destûra bingehîn de di vê mijarê de pêngavan biavêjin.

Barzanî got ku "Di her mijarê de hevkarê me yê stratejîk Bexda ye. Hêvî dikim ku ev nêrîn li Bexdayê jî çêbe û em çareseriyeke maqûl bi dest bixin."

Hilbijartinên li HKIyê

Barzanî qal kir ku hilbijartin di atmosfera demokrasî û aştiyane de hatin kirin û got li bendê ne Komîsyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinê ya Serbixwe ya HKIyê demek kurt de encamên ewil ên hilbijartinê eşkere bikin û bêyî wext derbas bibe dê dest bi xebatên hikûmetê bikin.

Barzanî destnÎşan kir ku dê rûdanên lihevnekirina bi YNKê re ya di mijara hilbijartina serokomariyê de çêbin û qal kir ku dê hember partiya navborî ji niha pê ve helwesta wan cuda be.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2018, 10:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE