"Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne"

Serokkomarê Azerbeycanê Alîyev: "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Me wesayîtê eskerî yên artêşa Ermenistanê îmhe kirin."

"Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne"

 Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev diyar kir di êrîşên ku Ermenistanê kirin da şehîd û birîndar hene û wiha dewam kir: "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Me wesayîtên eskerî yên artêşa Ermenistanê îmha kirin. Em axa xwe diparêzin. Qerebax ya me ye, Qerebax ya Azerbeycanê ye."

Piştî ku Ermenistanê îro serê sibê dijî Azerbeycanê êrîş da destpêkirin û şûnda Alîyev bangî neteweya Azerbeycanê kir.

Alîyev bi bîr xist ku Ermenistanê dijî Azerbeycanê êrîş da destpêkirin û wiha dewam kir: "Di êrîşên ku Ermenistanê dan destpêkirin da şehîd û birîndar hene û wiha dewam kir: "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Me wesayîtên eskerî yên artêşa Ermenistanê îmha kirin."

Alîyev destnîşan kir ku êrîşên Ermenistanê yên li dijî Azerbeycanê êdî bê navber bûn û wiha dewam kir: "Di tîrmehê da li ser sînorê dewleta Ermenistan-Azerbeycanê, di îstiqameta Tovuzê da, cardin top hatin avêtin û sivîlên me û malekê zirar dîtin. Ev nîşaneya paşerojê ya faşîzma Ermenî ye."

Alîyev destnîşan kir her kes dizane ku Ermenistanê êrîş dan destpêkirin û wiha dewam kir: "Kesên ku pêşiyê mirin jî welatiyêmn Azerbeycanê ne. Azerbeycanê bersiva ku hewce dikir, da dijmin û (dijmin) santêmekê pêş neketiye. Yekparetiya axa me hat parastin."

Alîyev got, "Ermenistan bi awayek dereqanûnî dixwaze ku li ser wê axa me ya dagir kiriye bi cih bibe."

Alîyev destnîşan kir ku ew axa xwe diparêzin, Qerebax ya wan e, Qerebax ya Azerbeycanê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE