Yasemîna di êrîşa Esed da ji çokeke xwe bû dixwaze bi protezê biçe dibistanê

Yasemîn Bessus: "Ez wisa xeyal dikim ku bila çokeke min a protez hebe û bikaribim biçim dibistanê. Ez dixwazim di pêşerojê da bibim mamoste. Min fehm kiriye nekiriye çoka min tuneye."

Yasemîna di êrîşa Esed da ji çokeke xwe bû dixwaze bi protezê biçe dibistanê

Yasemîn Bessusa di êrîşên rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê da ji çoka xwe bû dixwaze jê ra çokeke protez bê çêkirin û ew bikaribe here dibistanê.

Du sal berê bavê Yasemînê ji ber qeyrana dil wefat kiriye û ew bi diya xwe û tevlî 4 xwîşk û birayên xwe va li Kampa Kamunê ya bakurê Îdlibê di nav şert û mercên zor da dijîn.

Di êrîşên balafirên rejima Esed a ku 6 sal berê biribûn ser Îdlibê da çokeke Yasemînê jê bû û ew ji wê rojê vir va seqet ma.

Yasemîn a ku dema mezin bibe dixwaze bibe mamoste berî wê xeyala xwe dixwaze bigihêje çokeke protez.

Keçika xwedî xeyalan tevlî dayika xwe ji bo li jiyanê bimînin hewl didin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tu sûcekî wê tunebû û ew bela sebep di êrîşên rejimê da seqet ma û wiha domand: "Ez dixwazim çokeke min a protez hebe û bikaribim herim dibistanê. Ez dema mezin bibim dixwazim bibim mamoste. Min fehm kiriye nekiriye çoka min tuneye. Ez jî dixwazim tevlî zarokên din bileyîzim lê ew min hilnadin nav xwe. Ez ji diya xwe ra dibêjim çima çoka min tuneye, sûcê min çi ye? Min her tim pirsên wiha kir."

Medîha Haneşa dayika 5 zarokan ku Yasemîn jî ji sebiyên wê yek e û ji gundê Maarşamarîna rojhilatê başûrê Îdlibê daxuyanî da û got ku qîza wê di êrîşa rejima Esed da seqet bû.

Dayika ku du sal berê jî mêrê wê miribû ragihand wê qîza xweli gelek doxtoran gerand lê tu feyde nedît û wiha pê da çû: "Ji me ra gotin bi tenê çareyek heye û ew jî çokeke protez e. Piştî ku bavê zarokan mir ez niha him ji bo wan dê û him jî bav im. Ez tevlî 5 zarokên xwe gelek zehmetiyan dikişînim û kurê minê mezin hê jî 15 salî ye û ew biskiwîtan difiroşe û ji dahata tê jî me xwedî dike. Ji bilî rehma Rebbî tu tiştekî me tuneye."

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE