YE: Aktorên herêmî yên li Libyayê banga midaxaleya eskerî dikin, lê ev bitalûke ye

Ji ofîsa Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derva yê YEyê Josep Borrell daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin li Libyayê tekane rê çareseriya siyasî ye.

YE: Aktorên herêmî yên li Libyayê banga midaxaleya eskerî dikin, lê ev bitalûke ye

 Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da û got aktorên herêmî yên di pevçûnên li Libyayê da çalak in gefê dixwin ku ewê midaxaleya eskerî bikin, lê ev gefxwarin "bitalûke" ne.

Ji ofîsa Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derva yê YEyê Josep Borrell daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin li Libyayê tekane rê çareseriya siyasî ye.

Di daxuyaniyê da hat gotin aliyan di Pêvajoya Berlînê ya ku serkêşiya wê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da hin soz dabûn ku divê ew niha gavên berbiçav bavêjin.

Hat gotin YE wê hemû aliyan ra diyalogê bidomîne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Aktorên herêmî bang dikin ku bila gavên eskerî bên avêtin, lê divê ew dev ji van bangan berdin. Bangên midaxaleya eskerî bitalûke ne û li Libyayê pevçûn û rageşiyên di navbera aliyan da xurt dike."

Meclisa Misirê pêşnûmaya ku rayeyê dide Serokomar Abdulfettah es-Sîsî ku ew midaxaleyê Libyayê bike qebûl kiribû.

Libyayê bertek nîşanî vê dabû û gotibû ev îlankirina şer e, binpêkirina peymanên Yekîtiya Ereban û NYyê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE