Stella Kyriakidesa endama Komîsyona YEyê ku ji tenduristiyê berpirsiyar e, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, wê vê hefteyê der barê mijara tedarîka aşiyê ku tê payîn vê hefteyê li YEyê seba bikaranînê were pesendkirin da bi CEOyê AstraZenecayê Pascal Soriot ra hevdîtin kir.
Kyriakidesê daxuyand, hevdîtina îşev "baş" derbas bû û cardin dubare kir ku divê şirket guh bide peymanan.
Kyriakidesê wiha got, "Ji ber ku di plana teslîmkirinê da ne diyarî heye, em xemgîn dibin û em ji AstraZenecayê daxwaz dikin ku seba çaryeka ewil a salê aşiyên ku me xwestine bi lez û bez teslîm bike. Ji bo ku aşî seba welatiyên YEyê zûtirî werin teslîmkirin, em ê bi şirketê ra seba dîtina çareseriyê xebatê bidomînin."
Piştî ku AstraZenecayê daxuyandibû ku wê ji sedî 60ê aşiya YEyê neşînin, di navbera herdu aliyan da pirsgirêk derketibû.
AA