YE: Em NATOyê wekî xîmê sereke yê ewlekariya xwe dibînin

YE: Em NATOyê wekî xîmê sereke yê ewlekariya xwe dibînin

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel diyar kir ku YE, NATOyê wekî xîmê sereke yê ewlekariya xwe dibîne, lêbelê li wan rêyan digere jî ku bêtir xweser bibe.

Michel berî civîna serkirdeyên YEyê ya di şîva nefermî da ya li Slovenyayê ku seroka serdemê ye, axivî û wiha got, "Em ê îşev şîveke girîng a nefermî bixwin. Nexasim piştî geşedanên jeopolîtîk ên li Efxanistan û Hind-Pasîfîkê û her wiha peywendiyên me yên digel Çînê, dê bibe firsendek ku em li ser rola YEyê ya di qada navneteweyî da rawestin."

Michel her wiha got, "Em wer bawer in ku pêwîstiya me bi hevkarê bihêz heye. Lewma jî bo nimûne em NATOyê wekî xîmê sereke yê ewlekariya xwe dibînin. Her wiha em ê wê yekê jî nîqaş bikin ka YE dikare çawa bêtir xweser tevbigere."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE