YE: Me biryar da ku ji bo aştiya Ermenistan û Azerbeycanê pêvajoyeke berbiçav dest pê bike

YE: Me biryar da ku ji bo aştiya Ermenistan û Azerbeycanê pêvajoyeke berbiçav dest pê bike

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel li ser "mizakereyên aştiyê" yên navbera Azerbeycan û Ermenistanê got, "Ji bo ku em hemû bi hev ra peymaneke aştiyê amade bikin, me seba mizakereyên aştiyê biryara destpêkirina pêvajoyeke berbiçav da."

Michel piştî ku bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ra cuda cuda hevdîtin kir û paşê hersêyan şîv xwar.

Li gor saeta Tirkiyeyê hevdîtina hersêyan di saet 20.00î da dest pê kir û nêzî 5 saetan dewam kir. Piştî hevdîtinê Michel daxuyanî da çapemeniyê.

Michel diyar kir, pêşeng ji bo ku peymaneke aştiyê ya muhtemel amade bikin, li hev kirin ku pêvajoyeke berbiçav dest pê bike û grûbeke xebatê ya hevpar ava bibe.

Michel ji bo hevdîtinê got ku "newaze bû û pir bi mifadar" derbas bû û wiha dewam kir, "Ji bo ku em hemû bi hev ra peymaneke aştiyê amade bikin, me seba mizakereyên aştiyê biryara destpêkirina pêvajoyeke berbiçav da."

Pêşengan hevdîtina xwe ya ewil di 14ê berfanbara 2021ê da li Brukselê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE