Yekgirtû li Hewlêrê kongreya xwe ya 8emîn li dar dixe

Berdevkê Kongreya Yekgirtûyê Behzad Zêbarî li bajarê Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku 900 delege beşdarî kongreyê bûn û di kongreyê da ji bo konseya serokatiyê ku ji 43 kesan pêk tê û sekreteriyê hilbijartin wê were kirin.

Yekgirtû li Hewlêrê kongreya xwe ya 8emîn li dar dixe

 Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) li bajarê Hewlêrê kongreya xwe ya asayî ya 8emîn li dar dixe.

Berdevkê Kongreya Yekgirtûyê Behzad Zêbarî li bajarê Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku 900 delege beşdarî kongreyê bûn û di kongreyê da ji bo konseya serokatiyê ku ji 43 kesan pêk tê û sekreteriyê hilbijartin wê were kirin.

Zêbarî diyar kir ku rêjeya beşdariyê ya jinan nêzî ji sedî 23yan e û kongre wê 2 rojan dewam bike, tê da endamên lijneya çavdêriyê ya ku ji 5 kesan pêk tê wê were hilbijartin, ji bo rêziknameya navxweyî ya partiyê ku ji 28 bendan pêk tê jî dengdayîn wê were kirin.

Hîva Mîrze Sabîra Endama Kongreyê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku ji bo sekreteriya giştî ya partiyê sekreterê niha Salahaddîn Bahaddîn û Ebûbekir Karwaniyê ku di kongreya borî da bûbû namzed wê têkevin hilbijartinê. 

Li Iraqê Yekgirtû bi nêzîkbûna Teşkîlata Birayên Misilman va tê zanîn û partiyê kongreya xwe ya ewil di sala 1994an da kiribû.

Yekgirtûyê li Iraqê di hilbijartina giştî ya gulana 2018an da 2 parlamenter şandibû parlamentoyê, di hilbijartina herêmî ya Herêma Kurdistana Iraqê ya îlona 2018an da jî 5 partlamenter şandibûn meclisê.

Yekgirtûyê li herêma Kurdistanê di hikûmeta koalîsyonê ya ku di tîrmehê da ava bû da cih negirt û mixalefetê dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE