Yekîneyên hidûd ên Yewnanistanê li xeta sînor "kozikan" vedidin

12 roj in penaber li sînorê Yewnanistanê li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Yekîneyên hidûd ên Yewnanistanê ji bo pêşiyê li penaberan bibirin carcaran bi xaza rondikrêj, ava tazyîk û fîşengên plastîk û rastî yên dibin sedema mirin û birîndarbûnê va midaxele dikin.

Yekîneyên hidûd ên Yewnanistanê li xeta sînor "kozikan" vedidin

Yekîneyên hidûd ên Yewnanistanê ji bo pêşiyê li penaberên dixwazin herin Ewropayê bibirin li xeta sînor kozikan vedidin.

12 roj in penaber li sînorê Yewnanistanê li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Yekîneyên hidûd ên Yewnanistanê ji bo pêşiyê li penaberan bibirin carcaran bi xaza rondikrêj, ava tazyîk û fîşengên plastîk û rastî yên dibin sedema mirin û birîndarbûnê va midaxele dikin.

Yewnanistanê li piştî têlên li sînor ên bilind torbeyên qûmê dane ser hev û ji aliyekî va jî kozikan vedidin, li wan deran eskerên bi tiving dixebitin ku derbasbûnên ji sînor bidin sekinandin.

Eskerên Yewnan wekî mayîn li ciyên li dora Çemê Merîçê yên penaber jê ra derbas dibin jî têlên bidirik dikişînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE