Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê qetlîamên sivîl ên li Iraqê şermezar kirin

Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê qetlîamên sivîl ên li Iraqê şermezar kirin

Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê qetlîama dijî sivîlên li bajarê Diyalayê yê Iraqê şermezar kir.

Di daxuyaniya yekîtiyê da wiha hat gotin, "Em qetlîama wehşî bi tundî şermezar dikin ku li Diyalayê li gundê Nehr el-Îmam hat kirin, bi qasî 20 sivîlên bêçek hatin kuştin an jî birîndar bûn, Mizgefta Rehmanê û tesîsên qamûyê yên taybet hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji gundê Nehr el-Îmamê 200, ji gundê el-Amîriyeyê 55, ji gundê Mîsal el-Ulayê 33, ji gundê Mîsaq es-Saniyê 35 û ji gundê Reşadê jî 25 malbatan koç kirin. Her wiha hat diyarkirin, êrîşên navborî pir xeternak in û ne Îslamî û ne jî însanî ne.

Di daxuyaniyê da her wisa bang li Iraqiyan hat kirin, ji bo ku welat ji cendereya agir derkeve, divê tu kes li pey terorîstan neçe.

Li gorî reqamên fermî yên artêşa Iraqê, di 26ê Cotmehê da çekdarên ku tê nêrxandin nêzîkî DEAŞê ne, gule berdabûn şêniyên gundê er-Reşadê û di encamê da 11 kes hatibûn kuştin.

Rojek piştî êrîşê, ji gundê Reşadê bi sedan milîtanên Şîe ji bo tolhildanê êrîşî şêniyên gundê Suniyan ê Nehr el-Îmamê kirin. Di êrîşê da 8 kes hatin kuştin, gelek mal û baxçeyên fêkiyan hatin şewitandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE