Yekîtiya Ereban dijî biryara Amerîkayê ya Girên Golanê ye

Berdevkê Civîna Yekîtiya Ereban got Yekîtiya Ereban dijî biryara Amerîkayê ya Girên Golanê ye

Yekîtiya Ereban dijî biryara Amerîkayê ya Girên Golanê ye

Berdevkê Civîna Yekîtiya Ereban Mehmûd el Humeyrî got civîna serokên Yekîtiya Ereban di dawiya vê hefteyê da wê li Tunisê bicive û welatên Ereban di heman fikrê da ne ku biryara Amerîkayê ya desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl dike red bikin.

Humeyrî li paytextê civîneke çapemeniyê li dar xist û got welatên Ereban der barê biryara Girên Golanê da li ser heman fikrî ne.

Humeyrî destnîşan kir biryara Washîngtonê dijî rêbazên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Humeyrî got civîna ku wê roja înê di asta wezîrên karên derva çêbibe da welatên Ereban wê gava Amerîkayê red bikin û behsa tevgerên divê bên nîşandan bikin.

- Biryara Trump a der barê Girên Golanê da

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 25ê Adarê da li Qesra Spî bi Serokomarê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra civînek kiribû. Trump di civînê da îlan kiribû ew desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl bike û vê biryara serokatiyê îmze kiribû.

Trump di 21ê Adarê da li ser Twîtterê wiha gotibû: "Êdî dem hatiye ku piştî 52 salan Amerîka desthilatiya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl bike."

Îsrailê ji sala 1967an vir va axa Sûriyeyê Girên Golanê dagir kiriye.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE